S. Unus: unus@telering.a
Zekî Bozarslan di hêjamara Nûdemê ya 32an de bi nivîsareke berfireh li ser tewanga navdêran disekine. Navaroka nivîsarê bi dûrûdirêjî û þîretine xurt li ser tewanga serenavan e. Herçend navê nivîsarê di zimanê Kurdî de tewanga serenavan be; lêkolîn bi temamî li ser zaravayê bakûr an jî Kurdiya jor e. Ne tenê ev, lêbelê navdêra serenav jî bi avayê sernav hatiye nivîsandin. Bêgotin Z. Bozarslan serê xwe gelekî bi vê mijarê êþandiye û bi gelemperî armanca wî di nivîsarê de sivikkirna zimanê Kurdî ye. Bi kurtî vî camêrî bi sedan nimûneyan an wekokan li ser tewanga serenavên nêr disekine. Li gor lêhûrnêrîna wî ev netîce ji nivîsarê derdikeve:
Tê de tuþik tune ku dijwarkirina zimên tiþtekî bêmantiq e. Ji xwe gramer jî nikare bê guhirandin. Lê balkêþiya giring ew e ku kovara Nûdemê di ciyê xwe de vê nivîsê weke nêrîneke nivîskar dibîne û vî babetî ji raberizînê re vekirî dihêle û dibêje ku:li ser vê mijarê wê bête minaqeþekirin. Ji xwe armanca vê nivîsarê jî ev e. Bi a min mijara ku kovara Nûdemê ji minaqeþê re vekirî hîþtiye, têkilya wê bi termînolojiya ERGATIV re heye. Kerem bikin,em hinekî li ser vî babetî serê xwe bêþînin an jî raberizin:
| Li gora Nivîskar: | li gora kovara Nûdemê: |
| Van navan | ev nav |
| Sernavan netewandiye | sernav netewandine |
| Dinyayê piçûk kirine | dinya piçûk kirine |
| Van tiþtan nivîsîne | ev tiþt nivîsîne |
| Min hevokan nivîsand | min hevok nivîsandin |
Bêguman xwendevanên me yên zîrek jî dibînin ku hemûþk bêjeyên nivîskêr hatine tewandin. Ango di awayê "casus obliqus" de ne.Bi gotineke din ew bireser in. Lê kelîmeyên weke "ev nav-sernav-dinya-ev tiþt-hevok" nehatine tewandin. Ango di awayê "casus rectus" de ne. Yanê netewandî an jî kirar in. Çima nivîskarekî evçend dikare hukmî zimanê Kurdî bike û zaravayê Kurdmancî jî rind dizane van bêjeyan di demên wan ên borî de bitewîne; û li gor kovara Nûdemê jî divê(t) nehatin tewandin sergêjiyeke mezin eþkere dike. Ev sergîjiya di gelek kovar û kitêbên me yên din de jî hene. Gelek nivîskar û çi heyf hin zanyarên me vê meselê wekî teybetiyeke zimanê Kurdî dihesibînin. Zimanê Kurdî ji asîman danehatiye ku xusisiyeteke wî ye biteybet hebe. Ev ava di gelek zimanên din de jî heye. Ji xwe emê paþê li ser vê mijarê bi dûrûdirêjî û bi aweyekî sîstematîk bisekinin. Bêguman di zimanê Kurdî de jî wek zimanine din hin teybetî hene. Lêbelê ne wek teybetiyeke bi payebilind ku serê mirov pê gêj bibe. Nivîskara Alman Petra Wurzel(1) dinivîse ku di zimanê kurdî de "ergatîv" zehf jîndar e. Kurdine xwendî hin caran li þûna ku binvîsin "te ez birim" an "te ez dîtim"; dinvîsin ku "te min bir...!" Ev tê wê wateyê ku bêjim: te min dît??
Dibe? Bêgotin nabe!
Nivîsareke Filît Totanî ye pêþiya 20 salan di kovara TÎRÊJ'ê de hatiye nivisîn meselên wiha bi pisporî wek komediyekê tîne zimên. Kî meraqdarê vê nivîsê be, bila wê nivîsara F. Totanî ya bi navê de were binvisîne(serborî) bixwîne. Tiþtekî din î bala mirov dikiþîne ev e ku di nivîsara Z. Bozarslan de tu navê berhemekê nayê danîn. Herçend fikra vî camêrî baþ be û bêþik fikra sivikirina zimên di aliyê tewang de tiþtekî giring be jî ciddiyeta nivîsê bi gotinên li ser lêkerên tiransîtîf û demên wan ên borî, "ev qayîde mexsûsî zimanê Kurdî ye û ne bawerim ev qayîde di zimanên neteweyên din de jî hebe" ji ciddîyetê dûr e. Tutiþtekî van îddiayan zanistî nîne. Pirsa tewanga navên nêr di demên wan ên borî de serê Mîrê me yê nemir C. Bedirxan jî gelekî êþandiye. Yên meraqdar dikarin di HAWARê de xalên 52 hetanî 60, Bingehên Zimanê Kurdmancî, bixwînin. Mîrê ku dikete gelek kirasan, geh zaniyar û rojnemevan, geh þîretvan û wergêr, geh seydayê gerok wek hozanekî bêdeng î xemgîn, geh jî bi nostaljiya çiyayê Herekol koçerekî li zozan, êl û eþîran; derwêþê li serê çiyan, baniyan, newalan, geliyan û kendalan; û geh jî li hin û þiverêyan, li hervaz û bejêran, guhdarê dengbêj û çîrokbêjan; geh xeberguhêz, nêrevan û zimanas û lêkolîner; ev mijar di koçe û kolanên Stockhlmê de nenivîsî. Mîr C. Bedirxan bi avayekî zehf zelal û vekirî li ser tewanga navdêran disekine. Herçend tewanga serevnavên nêr di yekejimarê de bi "-î" û "ê-" ve bête kirin jî meyildarî terikandinê ye. Ji ber ku di hemî navdêran de dengdêrên "e" û "a" peyda nabin. Hewcetiya tewandina dengdêrên "o, u, û, i, î" jî tune. Ji xwe armanca nivîskêr jî ev e. Em di vî babetî de heye ku hemfikir bin. Lê, armanca nivîsara min ne li ser tewanga serenavan e. Armanc, lêkolîn, lêhûrnêrîn û jihevderxistina termînolojiya "ergativ" e.
Pêþiya ku em hinekî li ser mijara ergativ bisekinin û lê bikolin,
çêtir e ku em vê þemaya jêrîn binhêrin, daku ev xusîsiyeta ku li
gora gelek nivîskarên me tenê teybitiya zimanê Kurdî ye têbighêjin:
Te
Wî
Wê ez dîtîm
We
Wan
Te
Wî
Wê ez dîtim
We
Wan
Di þema jorîn de tiþtin li hev nayin. Herçend lêkera "dîtin" lêkereke gerguhêz be û bi pronavên bireser hatibin karanîn jî; di vir de sergêjiyeke berbiçav heye. Em dikarin bibêjin, herwekî li vir awayê pasif hatibe bikaranîn. Lê, awa ne lebatî be jî, wekî hevokeke lebatî tê guhê meriyan. Dûpaþa "-im" bêgotin aîdî "ez"ê ye. Herwekîtu bibêjî, "ez hatim dîtin" an "ez ji aliyê te, wî, wê, we, wan ve hatim dîtin. Bi rastî çi ye ev konstrûksiyon an zimansazî? Ev zimansazî nikare bibe pasif, lewra di zaravayê Kurdmancî û Soranî de pasif/lebatî heye: Ez hatim ditîn (bi Soranî: min bîn.ra.m) an serê zarok hate þûþtin. Ergativ pasif/lebatî.
-Di vir de kirde an kiryar heye ya na?
-Lihevhatinek li vir heye an na?
-Ma gelo ziman li vir tevîhev dibe?
-Çima li vir pronavên kirar bi ên bireser tên guhartin. Yanê, yên kirar dibin bireser û ên bireser jî dibin kirar? (=Casus-opposîtisyonrectus/obliquus)
-Ev sitrûktura ku li gor hin zimannasên me teybetiya zimanê Kurdî ye,di hin zimanine din de heye an na?Di Farsî, Urdû, Peþtû, Hindî û Nepalî de heye an na?
-Di zaravayê jêr an di Soranî de ev ava bi çi tehrî ye? Heye yan na? Lê, di Dimilkî de bi çi tehrî ye?
Bêgotin gava ku em lêkerekî negerguhêz bikarbînin, ev sergêjî peyda nabe. Lewra di lêkerên negerguhêz de lihevhatinek di navbera pronêv û lêker de heye. Pronav di lêkerên negêrguhaz de her kirar dimîne. Yanê pronav di hemû deman de bi avayê casus rectus de ye. Bêþik têkilya kirde/kiryar û lêker bi avayekî zehf eþkere xuya ye. Dûpaþên bi lêker ve dibin, vê têkilya kiryar-lêker ne tenê ji aliyê semantîk ve; herweha ji aliyê morfolojî ve jî bi zelalî didin xuyandin:
| Dema berdest: | Dema borî: |
| Ez diçim | Ez çûm |
| Ez dikevim | Ez ketim |
| Ez direvim | Ez revîm |
Di lapêrîna lêkerên "çûn/çûyîn, ketin û revîn" de "lihevhatinek" berbiçave. Jixwe di zaniyariya zimannasî de, ji vê konstruksiyonê re "kungruenz" têteg otin. Bi gotine kedin, di casus, numerus, tempus û modus de kungruenz; yanê li hevhatin heye. Lê belê eb lihevhatin di demên borî yên lêkerên gerguhêz tune.
Kerem bikin, em tevayî vî babetî hinekî bikolin:
| Latînî | TD ALIGN=LEFT>transîtivintransîtiv | pronomen | casus rectus | casus obliquus |
| C. Bedirxan | TD ALIGN=LEFT>gerguhêznegerguhêz | pronav | kirar | bireser |
| K. Bedirxan | TD ALIGN=LEFT>sergerandînêgerandî | pronav | netewandî | tewandî |
| Q. Kurdo | TD ALIGN=LEFT>derbas/têpernederbas | cînav | halê rast | halê çivane |
| S.A. Amedî | TD ALIGN=LEFT>derbas/têpernederbas | cînav | ||
| F. M. Aykoç | TD ALIGN=LEFT>têpertêneper | bernav | radêr | tewangî |
| A. Balî | TD ALIGN=LEFT>derbaznederbaz | pronav/cînav | halê rast | halê tewangî |
| F. H. Sagniç | TD ALIGN=LEFT>dervaznedervazî | cînavkî | desta ez | desta min |
| D. Îzolî | TD ALIGN=LEFT>sergerandîpêgerandî | pronav/bernav | ||
| Torî | TD ALIGN=LEFT>buwartînegerandî | |||
| J. Bamernî | TD ALIGN=LEFT>têpertêneper | cihnav | awayî karayî |
Tabloya hanê rastiyekê wek kuleke bê derman pêþkeþî me dike. Ev rastiya bi tenê nimûneyeke piçûk ji hezaran nimûeyan eþkere dike. Camêrên ku heryek bi serê xwe termînolojiyekê dixulqîne bi niyeteke baþ dikin. Ev rastiya me ya cîvakî û polîtîkî ye. Otarîteke me ye bi zanistî li ser van bûyeren bisekine tune. Mabesta vê lêkolînê ne ev e ku dev bavêjim merivên serê xwe ji bo ziman û çanda kurdî diêþînin. Lê, jibona ku di nivîsarekê de meriv hevûdu fehm bike, ji me re termînolojiyeke hevpar û bi mantiq lazim e. Di danûstandina me ya ku emê li jêr de bikin jixwe pêwîstiyek e. Di nivîsarekê de bêjeyên wek "kirar û bireser", "guhêrbar û neguhêrbar", "tewandî û netewandî" , "sererast û bireser", "halê rast û halê çivane" herçend wek "casus rectus û casus obliquus" deng bidin jî; lê nayê wê watê. Dehabûna rehmetliyê C. Bedirxan ji vir tê ku wî cara yekem ferqiyeta di navbera -ê û -î de wekî dirûvê zayenda femînînum û maskulînum di casus obliquus de kifþ kir. Hetanî hingê gelek zanyarên bi zimanê Kurdî mijûl dibûn, nizanibûn ew tewanga navên mêza û nêrza ya casus obliquus e. Yanê bireser jî tê tewandin. Ji ber vê yekê tewandî an netewandî; guherbar an neguherbar nayên mena bireserê. Bêjeyên kirar û bireser hal û awayek dijber me didin nîþandin. Awayê kirar rewþeke ji bireser cihêtir me dide diyar kirin. Heke hûn rê bidin, ezê di vê kurtenivîsarê de bêjeyên gerguhêz û negerguhêz di mena transîtif û întransîtîf de; kirar û bireser jibo casus rectus û casus obliquus bikar bînim, da ku em hevûdu serwaxt bikin.
Ergativ bêjeyeke Yûnanî ye. Kok û bingeha wê ji bêjeya ergates tê. Tê wateya yê dike, yê dilive an yê/ya dibeze. Yanê kiryar an kirde jî kêm û zêde tên wê watê. Di Latînî de ji yê/ya dike an kiryar re jixwe agens dibêjin. Ev termînolojî, di zaniyariya zimanasiyê de ciyê xwe zehf rind girtiye. Herweha ji avayekî zimansaziyê re jî konstrûksiyona ergatîv tê gotin. Gelek zaniyar bi dudilî bêjeya subjekt(kirde, kiryar,kirar,kirin an fîîl) di zimansaziya ergativ de zar dikin, da ku li gor hin zaniyaran di rewþa ergativ de kiryar ne diyar e. An jî kiryar dibe bi tenê fenomenekî mantiqî yî instrementûalî an bi hacet û dezgahî mîna bûyereke relatif, lêbelê ne absûlut. Meriv dikare rewþa tewangê ya lokativ, genetiv û înstrûmentûalî di tûrikê avasaziya ergativ de bihesibîne. Herçend li vir rewþeke tebatî tune be jî; kirdeyekî li anegorî rewþ û kirinên mantiqî heye. Lêbelê, ev kirde xwe ne xuya ye. Di gelek zimanên Kafkasyayê û Baskê, zimanên Îranî yên nû, zimanên Emerîka bakûr û nîvro de ev avasaziya ergativ heye. Di zimansaziya ergativ de kirdeya lêkerên gerguhêz ji ya lêkerên negerguhêz cihêtir tê bikaranîn. Kiryar di vê avayê zimansaziyê de bi avayekî lokativ an genetif kirina xwe tîne pêk, lêbelê subjekt ne eþkere ye. Bi tenê meriv fehm dike ku kiryar an subjektekî bi hiþ û mantiqî heye, jiber ku lihevhatin di navbera kiryar heyber/obje lêker de tune ye:
| Yekejimar | Pirejimar | |
| Te ez derman kirim | we ez derman kirim | |
| te ew þûþtin | we ew þuþtin | |
| Dixtor ez derman kirim | Dixtoran ez derman kirim | |
| Keçikê ez derman kirim | keçikan ez derman kirim | |
| Xortekî ez derman kirim | xortan ez derman kirim |
Lêker...........kirin û þûþtin
Kiryar..........te, ew,Dixtor,keçik,xort?
Objeya akusativ........ez derman, ew.
Dirûvê ku li vir kiryarê binimîne, divê -im an -in a ku bi kirin û þûþtinê
ve zeliqî be. Lêbelê lihevatin di navbera kiryar û lêker de mewcut nîne,
jiber ku dûpaþên -im û -in ne aîdî kiryaran; lêbelê aîdî ez û ew ê ne.
Yanê lihevhatin di nav kiryar û lêker de mewcut nîne; lê, lihevhatin di
nav obje û lêker de heye. Jiber ku,
Objeya dîrekt: .........ez derman..... e.
Lê tiþtê balkêþ yê di ristesaziya jorîn de, yê "derman dike", ne "ez im"; bervajî vê "tu yî". Herwekî hevokeke pasif:
56- Awarte: Bi tenê û ji qeydê der di lêkerên gerguhêz û di zemanê wan ên borî de bireserên wan weke xwe dimînin û ji bervajî ve kirarên wan têne tewandin. Ji lewre, di komekên jêrîn de rexma ko bêjeyên: "Zîn, hesp, çêlek, zarok, kirar in, hatine tewandin û bêjeyên; Sîsin, ceh, pencere yên ku bireser in weke xwe mane ne hatine tewandin.
78-Awarta: Herwekî di mada (56) hate gotin; navdêr gava kirarê lêkereke gerguhêz in, di zemanên wan ên borî de weke bireser têne tewandin û bervajî vê bireserê wan ên sererast weke xwe dimînin. Ji ber vê yekê di van lêkeran de pronavên bi ên bireser diguhêrin û her yeke wan dikeve þûna a din; yanê pronavên kirar dibin bireser û ên bireser dibin kirar.
Ji lewre lêkerên wek "gotin, xwarin, xistin " di zemanên xwe ên borî de bi pronavine bireser têne çevandin û bireserên wan ên sererast bi pronavine kirar têne nimandin. Herwekî: Min got, te xwar, wî xist, we got, wê xwar, wan xist, me xwar. Çend mîsal:
| Zînê Sîsin dît. | Wê ew dît. |
| Hespan ceh xwar. | Wan ew xwar. |
| Min qelem ji destê xwe xist. | Min ew ji destê xwe xist. |
| Cîranan em dîtin. | Wan em dîtin |
| Soro ez xapandim. | Wî ez xapandim. |
| xwiran | hatin xwarin |
| xwirawe | hatiye xwarin |
| xwirawin | hatine xwarin |
| xwirabû | hatibû xwarin |
| xwirabûn | hatibûn xwarin |
Mîrê me yê nemir me mat dike. Herçend pêþiya 59 salan hatibe nivîsandin jî hema salixdan ev e. Tiþtê xweþik zimanê Mîr, zelal, vekirî û hêsa ye. Tê de tiþtên sosret an 'eloterþ wek neoligîsmin tune . Wek tê zanîn sê awayên tewangê di Kurmancî de hene. Eger em tewîneka vokatîf ji çerçeva nivîsara xwe derxin, casus rectus û casus obliquus dimîne. Di hevokên jor de wek xuya ye Casus opposîtsiyon peyda dibe. Yanî wek Mîr jî dinvîse di lêkerên gerguhêz ên dema borî de kirar dibe bireser, bireser jî dibe kirar. Lê, gava objeke akusativ di hevoke de hebe, lêkerên gerguhêz, dûpaþên yên negerguhêz digrin: Min xapand; lêbelê Soro ez xapandim. Soro, Cînar, Hesp, Zîn dibin bireser wek hacetekî an pergalekî. Ev pegal ergatîv bi xwe ye. Herçend lihevhatina subjekt verbûm tune be jî di semantîkê de meriv têdighêje ku kiryarekî mantiqî peyda ye. Heke min heta niha serê we bi gelek gotinan neêþandibe, kerem bikin, em hinekî têkevin kûraya vê nivîsarê. Pêþiya 11 salan alimekî Eleman li ser suhpeteke me ye li ser mewcûtbûna ergatîv di zimanê Kurdî de, ji min re nameyek nivîsibû. Ev camêrê xerîbdost çi heyf ku pêþiya du mehan çû rehma Xwedê. Wî xweþmêrî dikaribû bi min re zimanê kurdî ji kurdekî çêtir bipeyîve. Ne tenê kurdî, hakeza wî Osmanî, Farisî, Tirkî, Çînî, Baskî, Çerkezî û gelek zimanên din rind dizanibû. Ji bo bîranîna wî xweþmêrî ez gotinê didim wî bokemêrî, yê ku dehayê zimanan bû. Belê em gotinê bidin zaniyarekî ne Kurd. Herka ew bi çi awayî ergatîv dinavîne an þirove dike:
Dr. Johannes Meyer-Ingerwesen:( 1940-2000)
SATZBAU IN ERGAVITSPRACHEN ( Handout)
(Di zimanên ergativ de hevoksazî)
Ergativischer Sprachbau liegt vor, wenn das Subjekt eines transitiven Vorganges anders behandelt wird als das eines intransitiven Vorgangs, und wenn das Objekt des Ersteren genauso wie das Subjekt des zweiten behandelt wird.
(Vgl. G. A. Klimov: Oçerk Obþþej Teorii Argaivnosti, Moskva 1973, p. 48)
Gava kiryara bûyerke gerguhêz ji ya bûyerke negerguhêz cûdatir bête bikaranîn, û objeya ya yekem wekî subjeya ya duwem bête bikaranîn; zimasaziya ergativ peyda dibe.
Ev kurtenasandina ergativ kin e; lê zehf bi fen e. Nivîskar bi gotareke kin li ser zimanên ku avasaziya wan ergativ e, disekine. Bi a wî Kurdi(Kurdmancî + Soranî ) jibo zimanên ergativ tîpik e. Ango nimûne ye. Lewra, wek xanim P. Wurzel jî dibêje, " di Kurdî de ergativ zehf jîndar e". Nivîskar, ji Baskî, Urdû, Gurcî, Abxazî hin wekokan bi þemayine xurt pêþkêþ dike. Ne tenê di Kurdî de strûktûra ergativ hebe, jê pirtir, Kurdî ji aliyê ergativ ve dibe nimûne jibo zimanine din. Herweha, xanimeke Englîz bi navê, Theodora Bynon bi gotareke balûpal di sala 1979 de li ser avasaziya ergativ bi zimanê Englîzî disekine. Theoriyên vê xanimê zehf balkêþ in. Lewra peyda bûna ergativ di zimanên din de bi avayekî sînkronik (synchronic) e; lê tiþtê enteresan di erdnîgariya Kurdistan de dîakronik (diachronic) e. Ez naxazim di kûraya van detayan de gotara xwe winda bikim û serê we bi tiþtine ecêb biêþînim. Em dîsan vegerin li ser galegal û gotara xwe û lê binhêrin herka di kîjan zimanên din de ev avasaizya heye.
Di kîjan zimanên de ergativ mewcûd e:
| Negerguhêz(çûn/çûyîn,dema niho) | gerguhêz(kirîn,dema niho) |
| Ez di-ç-im | ez kitêb-ê di-kir-im |
| Tu di-ç-î | tu kitêb-ê di-kir-î |
| Ew di-ç-e | ew kitêb-ê di-kir-e |
| Xort di-ç-e | xort kitêb-ê di-kir-e |
| Keç di-ç-e | keç kitêb-ê di-kir-e |
| Em di-ç-in | em kitêb-ê di-kir-in |
| Hûn di-ç-in | em kitêb-ê di-kir-in |
| Xort di-ç-in | xort kitêb-ê di-kir-in |
| Keç di-ç-in | keç kitêb-ê di-kir-in |
| Dema borî | Dema borî |
| Ez çû-m | min kitêb kirî |
| Tu çû-yî | te kitêb kirî |
| Ew çû | wî kitêb kirî |
| Xort çû | wî kitêb kirî |
| Ew çû | wê kitêb kirî |
| Keç çû | keç-ê kitêb kirî |
| Em çû-n | me kitêb kirî |
| Hûn çûn-n | we kitêb kirî |
| Ew çû | wî kitêb kirî |
| Ew çû-n | wan kitêb kirî |
| Xort çû-n | xortan kitêb kirî |
| Keç çû | keçan kitêb kirî |
Pêwistiya þirovekirina wê tabloyê tune. Di tabloyê de lêkera negerguhêz bi ya gerguhêz re hatiye berhempa kirin. Tiþtê diyar dibe, peydabûna pronavên bireser û zayendên wan, windabûna dûpaþên lêkeran di dema borî ya lêkerên gerguhêz de. Gava objeyek dikeve navbera kiryar û lêker, wisa dixuye ku jibona hin camêran ev dibe sergêjî. Bêgotin, ev heyber dikare pronavek an serenavek be. Jixwe kurtenota kovara Nûdemê li ser gotara Z. Bozarslan vê problemê bêþik diyar dike. Çêtir e, niha em pronavan wek objeyine rasterast bikarbînin, da ku tê de tu þik nemîne:
| Dema niho (nihoya pêþkerî) (Indikativ Präsens) | dema borî (boriya borî) (Präteritum) |
| ez te di-bîn-im | min tu dît-î |
| ez wî di-bîn-im | min ew dît |
| ez xort di-bîn-im | min xort dît |
| ez wê di-bîn-im | min ew dît |
| ez keç-ê di-bîn-im | min keç dît |
| ez we di-bîn-im | min hûn dît-in |
| ez wan di-bîn-im | min ew dît-in |
| ez xortan di-bîn-im | min xort dît-in |
| ez keçan di-bîn-im | min keç dît-in |
| tu min di-bîn-î | te ez dît-im |
| tu wî di-bîn-î | te ew dît |
| tu xort di-bîn-î | te xort dît |
| tu wê di-bin-î | te ew dît |
| tu keç-ê di-bîn-î | te keç dît |
| tu me di-bîn-î | te em dît-in |
| tu wan di-bîn-î | te ew dît-in |
| tu xortan di-bîn-î | te xort dît-in |
| tu keçan di-bîn-î | te keç dît-in |
Di dema niho de pronav nêtar e an bê zayende ye.