.

Aram Dihokî
E-mail: aram@tcel.com

Webmaster:
Husein Muhammed: mehname@hotmail.com

Nehêle


Nehêle law welatê xwe
Nehêle axa bab û kalê xwe
Nehêle dost û hevalê xwe
Nehêle pismam û kurxalê xwe

Nehêle kerî û zinarêt xwe
Nehêle zevî û aqarê xwe
Nehêle dargûz û hinarêt xwe
Nehêle dar û barêt xwe

Nehêle warê mem û zîna
Nehêle wan zom û fersîna
Nehêle wan reþmalê kûna
Nehêle wan teyr û hêlîna

Nehêle cihê Çarçira
Nehêle Helepçe bira
Nehêle þehîda xira
Nehêle tev qîz û kura

Nehêle bi tinê Xanî
Nehêle soza Goranî
Nehêle jariya Teyranî
Nehêle Þêxê Pîranî

Nehêle Dihoka rengîn
Nehêle Þinoya þirîn
Nehêle Wana xemgîn
Nehêle Qamisloya cigerxwin

Nevroz


Nevroz cejina mîdiya
Agirê wê jêk bijiya
Cîhan bi hev re hiya
Dê geþ biken hîviya

Nevrozê biken ji bir neken
Tola xemên cara veken
Agira xweþ ken zêdeken
Kawe kurd e ji me neken

Nevroz dilê biharê
Kurdîno biken hewarê
Aþtiye bixwazin vê care
Jar neken dilê narê

Çi xweþe Nevroze
Bîreweriyek pîroze
ji mera bûye soze
Rizgar bibît ev doze


 
   
 
 
   
Copyright 2000 Aram Dihokî &
Husein Muhammed
All Rights Reserved.

Helbest

Li hevdu dihilingivin
Hewar hewar
Rone mîna rojê
Ne pîr di bît nedimirît
Ji zemarêt te sûz dizên
Dîrim ji dilberê
Dara jînê
Çirîsk ma hil û ne vemirî
Çi le ne hat gihurîn
Çend hinere
Ne hev gurin
Ez giriyam
Birs û tirs
Man xewn
Mizgînî û girî
Bi avê jiyam û mirim


Kovara Mehname
Hejmara herî nû

Çi nû heye?
li vir