.

Aram Dihokî
E-mail: aram@tcel.com

Webmaster:
Husein Muhammed: mehname@hotmail.com

Bextê Te Me Nebêje Min

Nebêje min, dilberê
Ka hozanêt
Te bi vîna min û xwe
Vehandîn,
Nebêje min, dilberê
Ka awazêt
Pê digirinjîn
Nahên xwandin
Nebêje min, dilberê
Kanêy tu,
Dûrî ji min
Tovê xwezîya
Cara me dihavêt
Êdî nahêt çandin
Bextê te me nebêje min
Her gotineka tu bêjî
Ne ji dihî ne ji pêr
Ji roja ji te peydabîm
Kovanêt vîna min û te
Hatin nivêsîn,
Li nav dilê min
Li nav hizira min
Hatin nivêsîn,
Li nav keser û axînkêt min
Li nav kerb û kîna min
Li nav bijkuj û biþkurîna
Vîna min,
Hatin nivêsîn
Li nav hebûna jîyana min
Parçekim ji te
Qed cida nabim
Di xeyal û huþê min da
Çend vîna me, kevnar dibît
Pîr dibît,
Deh qat û deh qat
Rihêt eþqa min û te
Li cihê xwe kûr dibît


Erê Gelo

Erê gelo
Mane li bîrewerîya
Helepçê bû!
Vêkra me xo di rejî diheland
Me hemiyan dikir hewar
Bijîn, bijîn penc hezar
Mane li newroza
Surûda "Ey Reqîb" û
"Em rojî salî tazeye newrozî hatewe"
Li ser zimanê min bû
Yê te bo, yê wê hebû
Belê kes nemabû
Li ser zimanî nebû
Çima, Îro xoþîyêt Helepçê
Daner û berpirsîyarêt
Ey reqîb û newroza
Li ber berzeyîye, nizanin
Ev rojên di kevin
Kîjan berwarê
Bo çi? pîrêt me
Bi rêka pêr û terazîya
Bi rêka çile û berçilîya
Baþ dizanî yê l' serê biharê
Çima þarezayêt dîrokê
Xevzankêt sube û paþeroja
jêk cida naken
Rûdanêt dihî û pêr
Çi rojjimêre
Dibît hebît
Lê nehêtin nivêsîn
Ne jimare û ne dêr


Lê Gere

Dostê mino
Ger davkêt
Bawerîyê qetîyan
Di navbera me da
Lêy gere
Zû bi zû nazivîrît
Heta direwek dibîte rast
Rastîyek dibîte direw
Serê xodanî di gel dibirin
Lêy gere dostê mino, lê gere
Bi girnîjinêt çêkirî
Çare nabît
Bi kirîn û frotinê
Nahêt û lê venabît
Bi sanehî bawerî
Ji nav me nerevî
Ne xêr dostê mino
Li bîrîya me herduka
Min kêþa û te kêþa
Lêy gerê
Yê bivêt bawerî
Jê nerevît
Divêt vekêþanê neket
Li dûv berdanek ger me heba
Îro bawerî nedîrevî
Ez, tu, em hemî
Da weku mîr û hakima
Li ser evê axê
rûnine xwar
Alayê me da livît
berz da mînît
Êdî me li dûv ne
dikire xar


Ez Girîyam

Nirînê,
Li nîþanî û veguhastina te
Ez kenîyam, hiþk dibûm
Ez girîyam
Biþkurên te geþ kirim
Xemila bûkinîya te
Xerîbê
Hemî renga dikirim
Mest û serxoþê
Hemî reng û awaza dikirim
Her dikenîyam
Bê ageh pistniþîv dibûm
Nirînê, ji bê agehî
Ageh dibûm
Ne dihate guhên min
Dengê tilîlîyêt berbûka
Ne "Bukê delalê" dihat gotin
Ne serkê zavayî
Ez girîyam
Ne serspîyê destê xwe
Bi serê te da di îna xwar
Ne birazava bû
Pêþ min ve biket hewar
Ez girîyam
Heta di xewnê da min dîtî
Þehyana min û te
Weku me vîyayî gerîya
Ji wî demî were,
Ez kenîyam û her kenîyam


Ne Hevgurin

Ji nû bîr kirinê
Dergehê hizira min di livand,
Dema min bihîsti û
Di hate gotin
Ne tinê bi zarekî
Li nav siyargeha bajêr û warekî
Li kunc û quliçikêt
Vê diryayê bi carekê
Ve di gêran û li ber perêt
Sipî dinivêsan
Ta evro her dibêjin
Tîþk û çavê rojê
Vîndarin bo rastîyê
Xwe gorîne bê lêve bûn
Di gel karwanê azadîyê
Lê bo çi!
Tevnê êvarîya, þev bo dirêsît
Bê bizav û livîn
Qed dey naken
Qey nizanît davêt þevê
Kotirêt ji nav çerga derketî
Digirît serî lê dibirît
Dehbên dev bixwin
Destbilinkêt
Lankika diqetînît
Bê þer û þîn zaroka
Bo cihên nepenî û nedîyar
Direvînît
Qey nizanît
Nijdevan û hevgurêt tarîyê
Nahên hejmar û di miþene
Karwanîyêt westî û netebitî
Xozîgehêt birisîya
Berî bi gehine qonaxekê
Bê dilovanî dihilingivin
Canên þirîn
Bê pirs û pirsîyar
winda dibin


Dîsan þarand

Þarîya û dîsan þarîya
Ne bi dengê musîqê û tilîlîya
Þarîya bi dengê gulla û
Berkêt arpîça
Þarîya dîsan
Kesk û zera
Serê berçemka
Li vî layî, li wî layî girt
Ketine çepa
Hind sernesîv çûn
Da bihelînin heyfa
Qeladizê û heþt hezar berzebûya
Hind berwar çûn
Da nû kene ve
Bîrewerîya Qasimloyê û
Binemala Qazîya

Þarîya û dîsan þarîya
Nexþê neheza
Me gihurî
Lêk vekirina wan
Zemanê wê borî
Penc dabûne me
Êka di bi xwîn û areqa xwe
me peyda kir
Me kirin þeþ
Vêkira birayne
Da kes nemînît
Bê bar û beþ

Þarîya û dîsan þarîya
Bûye êtûn
Hemî roj li me bûne newroz
Her li derîne
Ne li serê Weys û
Îbrahîm Xelîla
Seyrana digêrîn
Bi milyonan diçîn
Narawestîn
Heta ber lêvên Derya Reþ
Yan bo vî layî
Heta Derya Qezwîn
Bê xwarin û çadir
Bi hev re weku pezî
Bi xwe dijîn
Bêyê þivan,
Berê me biguhurin
Gava þarîyan sarbû
Weku caran
Kit kit
Bo dewsa berê dizivirîn



 
   
 
 
   
Copyright 2000 Aram Dihokî &
Husein Muhammed
All Rights Reserved.

Helbest

Li hevdu dihilingivin
1) Bextê Te Me Nebêje Min 2)Erê Gelo 3)Lê Gere 4)Ez Girîyam 5)Ne Hevgurin 6)Dîsan þarand
1)Bê ciwanî 2) Min jivane
Hewar hewar
Rone mîna rojê
Ne pîr di bît nedimirît
Ji zemarêt te sûz dizên
Dîrim ji dilberê
Dara jînê
Çirîsk ma hil û ne vemirî
Çi le ne hat gihurîn
Çend hinere
Ne hev gurin
Ez giriyam
Birs û tirs
Man xewn
Mizgînî û girî
Bi avê jiyam û mirim


Kovara Mehname
Hejmara herî nû

Çi nû heye?
li vir