| |
|
|
Di Hevdu Dihelingivin
Bê ciwanî
Ew kil û sibihan
Ew xizêm û bazin û guharik,
Ew nêrgiz û beybûnêt te
Rojê du cara xwe
Pe dixemiland?. Yarê,
Ji bo dîtina min.
Da dûr ne bim
Lê venebim
Dilsar xwar û vîç
Bo peyda kirina
Vîne kedî nebim,
Min dizanî þirînê
Tu nizanî
Çi qas mezine
Vîna min û te... bo min
Roja pirça te
Toqe girtî
Iþqa te
Quta û vekir,
Dergehê dilê min.
Di nav da ma û
Ez vegirtim
Ji serî heta piya
Têk vedan rihêt
Leþê min
Ranewestiya,
Heta bin dest kir
Hest û bîra min
Bê ciwanî,
Bêy ku di çavêt xwe
Biwerînî?. Kil û sibihanî,
Hizira cara
Cihê xwe nemaye
Evroke min tu ya xwastî,
Subê bikî bo vî canî
Min jivane
Dayê te digot
Hêþta cilkêt te
Bi dîmahî nehatibûn,
Çaxê gundê me
Bi hovêti wêran kirî
Demek kêm mabû
Rabî westik û serpiya,
Landika me tu têda
Dinivandî
Pelixandin, jêk bijiya.
Raste dayê,
Ya te gotî.
Bi çavê serê xwe min dîtin
Her cihekê têda borîm,
Min hajotî
Nemabû buhusteka axê
Bo kêlan û cotî
Lewan min jivane
Di gel te dayê
Heta heme... ji bir nekem
Ya min ditî û
Ya te ji min ra gotî.
|
|