Raste, Raste… hema ne wilo ye..

Cankurd

 

Hêja M. Kara di Kevana xwe da (Binêr Dema Nû, Çileyê paşîn 2004, Rûpel 9) Bersivek daye min bi sernavê (Kesên şaş rastiyan çewt dibînin), ez bi dilekî vekirî wê bersivê minê dikim û supasiya wî dikim, ku bi edeb û birayetî rexneyên xwe kirine, dîtinên xwe anîne zimên û ez supasiya Dema Nû dikim, ku rê dide bo va gengaşiya giring, lora ku pir pêwîst e em bîr û baweriyên hevdu binasin da ku di nav gelê xwendevanên Dema Nû da hevnasîn û berhevhatin baştir bibe.

 

Dîsa ji min re diyar dibe, ku hêja M. Kara li ser ola piraniya gelê xwe yê Kurd hindik agahiyan dizane û lew re wê çêtir be ji wî re û ji xwendevanên gotarên wî re, ew li ser mijarin dî binivîse, wek Globalîzmê, Tûranîzmê, Kolonyalîzmê û her weha. Ma ne ewên mala me herifandine wan kesên, ku ola xwe baş ne dizanîn e?

 

Hêja M. Kara hêrişa xwe dajo ser Sofîtiyê û mixabin wê wek Islamê dide xuyakirinê. Min jî pirtûkek bi tevayî li ser mijara Sofîtiyê amade kiriye, lê mixabin kanîna min a çapkirinê tune ye, lew re ewê di cêblikên computera min da rakeve. Tiştên ku hêja M. Kara dibêje rast in û hîn ji wan qerêjtir gelek hene, eger ew pirtûka min bixwêne wê porê seriyê xwe hilçine. Lê em werin ba zanayê kurd ê mezin Prof. Dr. Gaborî, ku ên wek wî di nasîna Qurana camêr da niha li teviya cîhanê hindik in û bi xwe jî mirovekî Xwedabwer e, ka ew li ser Sofîtiyê çi dibêje!

 

 Mamhoste dibêje, ku dewleta osmanî ya parek fireh ji cîhana îslamî girtibû û hejmarek mezin ji netewên musilman dagir kiribû, dewletek sofî bû, di hinava xwe da bi rastîniya sofîtiyê bawer dikir û bi rûyîtî bi rêbaza (Şarîe’ta) Islamê. Ew di deselatdarî û welatstandinê da deyndarê rêgahên sofîyetê ye, ku wê şêx û derwîş wek çavik û ajan dişandin, rê ji wê vedikirin û paşê ji wê re keleh bo leşkerê dûzdikirin.

 

Ew dibêje, ku rêgahên sofîtiyê Kurdistan xistin bin dest û zora Tirkan û ji wan re paristin. Ewan bûn acetek bo parçekirina gelê Kurd û bo jarkirina wî. Gava şêxê “esîl”, ku pêkevên wî bi wî ve girêdayî bûn, dimir, ewan ji hev verê dibûn û her komikekê ji xwe re şêxekî nû pêda dikir, û bi vî terzî Kurd bi hev diçûn û Tirkan ewan ji xwe re di cengên derveyî da bi kar dihanîn. Ta roja me ya niha jî hîn rêgahên sofiyan li Kurdistanê hene, piştvaniya fermandariya tirk dikin, tevî ku dewleta tirk ji Sofîtiyê derket û bû bêbawer û ataîst. Lew re piraniya rêgahên sofîtiyê bûne rêgirt li ber her tevgerek kurdî, ku li hember kufrê an nebaşiyê an jî zordarî û zorbaziyê derdikeve.

 

Birayê delal! Di dûrokê da jî gelek Îslamnasên wek mamhoste hebûne û hêriş ser sofîtiyê kirine û hinekan sofîtî bi kufr û derketina ji olê gunehbar kirine. Lê mixabin! Pir kes vê yekê nizanin, ji wan jî hene niviskar in.

 

Bi ya min be van xortên kurd û ereb, ku bombeyan bi xwe ve dizemirînin û diçin xwe didin kuştinê da bi xwe re xelkê bikujin wek pir kesên din ola Islamê nas nakin û li paş wan hêzin ramyarî yên xwînî hene..Ev jî mijarek ramyarî ye û ne zanayî ye, divê em li ser bipeyivin bo çi tevgera netewiya kurdî bergeh ji wan hêzên reşkar û bedkar re hêlaye, ku ewan bikarin xort û lawanên me yên delal û paqij bixapînin. Ev histobariya roşenbîrê kurd e an yê tirk û ereb e?!

 

Hêja M. Kara dibêje, ku min gotiye “Avrupayîyan hemî tişt, hemî ilm û îrfana xwe ji îslamîyetê hildanin!” Min jî tiştekî wilo ne gotiye û divê xwendevanên hêja li gotinên min vegerin û bidin ber vê pevekê. Dîsa jî dibêje, ku min gotiye “hemî Avrûpayî û Emerîqayî jî bûne musulman” eve jî ne rast e û min ne gotiye.. û bi ser ve jî dibêje, ku min înkar kiriye, ku “di îslamîyetê da cîhat heye.” Min ev jî ne gotiye.  Ew bi gotinên min lîstiye û bi şêweyekî dî derxistine holê. Ji ber van salixên ne rast hatine belavkirin ez tika ji hêja M. Kara dikim, ku gava gotina yekî/yekê belav dike bila bi “emanet” belav bike, da li ser wî guman çênebin, ku ew derewan dike û gotina dilê xwe dixîne ser zimanê xelkê. Eve bo wî wek niviskarekî kurd tew ne baş e.