|
Hewlêr: Mirina
Azad
Ji bo bîranîna Mehdî Xoşnaw û
şehîdên dî...
Heyla li min jaro
Heyla li te jaro
Me rezikik cando
Hemû şiv û gûz û hinaro
Hey jaro ezo, talano ezo...
(Ji folklora Kurdî)
Erê jaro...
Mirin, wekî
pirpirokên biharê dîsa xwe noqî newala jiyana me kir. Em û mirin, ev dused sal
in em li ser siya hev dimeşin.
Mirin, êdî
ji me re baqek qaxizên reşeşîn ên serpêhatiyan e!
Ji Helebçeyê bigire heta Newala
Qesaban, em di nav hêlekana mirinê de hêsirên xwe distewînin...
Erê jaro...
Mirin û azadî
çiqas nêzî hev in. Hêsirên ku di hêlekanên mirinê de distewin, vêga çiqas azad
in...
Erê jaro...
Belkî
qederek e, an jî tişteke din; lê em kurd çavên xwe di nav şibakên
êş û cangoriyên xwe de li çirûskên azadiyê vedikin...
Hewlêr êdî
azadtir e...
Hewlêr êdî
ji bo kurdan şibaka azadiyê ye...
***
Kurdên
Bakur, divê qetlîyama Hewlêrê çawa bixwînin?
Neyarên
Kurdan, êdî qetlîyam û dijminatiya xwe bi awayeke henekane dimeşînin. Ji
bo ku em ‘xwe’ ava nekin, ji bo ku em ji hêsirên xwe ji xwe re starekê ava
nekin, bi hemû rê û rêbazên xwe ve têne ser me.
Berî her
tiştî em di nav fikrên xirikandî de, em di nav niqaşên kopîkirî de
mey û havêna qedera xwe dihêlin ji zirbavên xwe re. Ji bo ku em tovê ken û
giriyên xwe nereşînin, em bi her awayî têne manûpilekirin. Êdî li
ser hîvê jî koxikeke kurdan çêbe, dê neyarên kurdan çi bikin her kes dizane!!!
Lê gelo emê
çi bikin?
Em kurdên Bakur ji zû de ye, di nav
ezmûnekê de ne. Helbet dilê her kurdî li Başûr li Hewlêrê lê dixe... Lê
divê Başûr, bibe kêla me ya siyasî û entellektuelî. Nexwe, jixwe her kes
dizane ku, cîranên (Tirkiye, Suriye, Îran...) me kêlên me hazir kirine
jî...
Min navê ez
çîrokên “xwirînî, taştê, firavîn, şîv...” ên ermeniyan bînim bîra
we... Min navê ez zilamê ku li ber sêdarê gotî, ‘Bila ev jî ji min re bibe
ders!’ bînim bîra we...
Divê em
wekî du serî pîvazan nefikirin û paşê destê xwe li kaboka xwe nexin. Her
tişt eşkere û vekiriye: Heger em çareseriya pirsgirêka kurdan, wekî
lîstina “pazil”ê ya leyîstoka zarokan jî bifikirin, fotografê vê leyîstikê
BAŞÛR e... De vêca kerem bikin...
***
Min berê jî
nivîsandibû lê ez xwe mecbûr dibînim ku dîsa bi kurt û kurmancî dubare bikim:
Divê mirov zêde qelebalixiyê neke û hişê xwe di nav hin teorî û kitêban de
nekuje. Ji hin tiştên berbiçav re tu gotinên qerase û qelew ne lazim in!
An emê fêm
bikin ku bombeyên Hewlêrê di saziyên me yî Amed, Sêrt û Batmanê de teqîyane; an
jî emê kefenê teoriyan li xwe bikin û xwe berdin newalên binkeftinan...
An emê rih
û beden û siyaseta xwe ji Başûr re bikin sinc û mertal; an jî emê pala xwe
bidin simbêlê hev û ji hev re çîrokên xwe yî berê vebêjin...
An emê ava
awir û hişê xwe berdin ser şitlên Başûr; an jî emê di nav
perspektîfên çilmisî de bimînin li benda bextê felekeke din...
An emê bi
berçavka BAŞÛR li pêşeroja xwe binêrin; an jî... an jî...