|
Kevana M. Kara pir çewt tîran
davêje
Cankurd
Di Dema Nû da,
rûpel 9 -hejmara 1-15 ê Çileyê Paşîn 2003- hêja M.
Kara gotarek di bin “Bonbe li Istanbolê diteqin…” nivisandiye, tê da hêrişek tund ajotiye ser ola Îslamê, li
ciyê ku bajo
ser têrorîstan û têrorîzmê.
Eve jî ne tenê bo M.
Kara ne baş e, belku bo Dema
Nû jî ne baş e, ku xebatek hêja
di nav gelê
me da li derveyî welêt dike.
M. Kara bi xwe dibêje: “Belê, ez ne şêx,
ne mele nejî
di derheq ilmê dînî da
zanist û pispor im.” Lê dîsa
jî li ser Îslamê xwe wek
zanayekî olî dide xuakirin û vê ola, ku Milyarek kes
li cîhanê pê bwer e, wek
tevgerek têrorîstî şeqle dike. Ma ev bi xwe dikene an bi gelê xwendevanan.? Binêrin ew çi dibêje:
„ Li gor îslamê qetla kafiran wacibe(helal
e) Li gor dînê îslamê cîhat li
ser her musilmanî ferz e…“
Gelo, ev
ta çi radeyê
rast e?! Ji kijan rûpel û sûretên Qurana pîroz van hişmendiyên xwe yên delal
û zelal anîne ez nizanim. Li kî derê Îslamê gotiye, ku „qetla kafiran wacibe“? Îslamê tersî vê yekê
gotiye. Ew Îslama ku em
dinasin, di Qurana pîroz da
dibêje, kî nefsekê bê
Ji ber ku em
dizanin, gava hinek bo musilmanan
biçin „Cîhadê“ êdî ew
histobarî ji ser ên din dikeve, lê gava hêriş
bi ser tevan ve bê, hîngê divê
giş li gor kanîna xwe
li hember wê hêrişê rabin. Ma ev
li gorî zagona
navnetewî çewtî û têrorîzm e?
M. Kara, wek kesekî ku ji Japonê
an ji paş oqyanûsan ve hatiye,
hîç tiştekî ji şaristaniya Îslamê nabîne û bi taybetî ew
şaristaniya, ku Europî hemî bo
xwe wek dibistanek
zanist dinasin û di dema xewa
wan da Îslamê ewqas zanayên hemî
şaxên şaristaniyê
pêda kiribûn. Ma vî kesî hîç
navên Ibin Xeldon, Ibin Sîna,
Farabî, Ibin El-Heythem, Amedî, Ibin Xelkan û mezinên din ên şaristaniyê ne bihîstiye an ne xwendiye? Ma Ehmedê Xanî,
ku li ser
parçekirina atomê jî nivisandiye ne musilman bû? Ma
ew şaristaniya, ku Îslamê di dûrokê
da pêda kiriye ne ji bo guhartinê
bo? Çawa ew dibêje, ku
“Îslamiyet li hember guhertinê disekine.”… Ma gava yek sosyalîst be,
divê çi hat
ber devê wî bibêje?...
M. Kara dibêje: “Do bi devê şûr xwîna
kafiran qasê bejna sê mêran
û îro jî bi bonbeyan xwîna kafiran!..” Baş e, ew dixwaze bibêje,
ku Îslam bonbeyan diteqîne. Ma wan bombeyên li
Îrland an li Serdîniya an li Srî Lanka an jî li Bask
yên Îslamê ne? Ma wan kesên li bajêrê
Kolombia li Amerîka bi sedan merî di bin xuliya xaniyan
da hêştine musilman bûn. ? Rast
e musilman jî têrorîst hene, lê belê ola Îslamê
ne ola têrorîstan e, têrorîst di nav her olekê da pêda
dibin. George W. Bush bi xwe jî Îslamê nake
ola têrorîstan.
Ew dibêje, ku Îslam
bi şûr belav bûye. De bila bersivê
bide; çawa filetî li Amerîka û Latayn Amerîka belav bû? Bila
bersivê bide çawa Îslam li Malayziya
an li Indonisiya belav bû! Çawa
Îslam li Amerîka û
li welatên Îskendînavî îro belav dibe? Çi
demê Ereb bi şûrên xwe ve gihan wir?! An
jî ew hîç li ser vê yekê
jî nizane?!
M. Kara bi vê tenê
nake, ew têrorîzmê wek bingehek
Îslamê dide xuyakirinê: “Ev esaseka îslamiyeta orîjînal û mantalîta musilmanên orîjînal e. Li gora vê
mantalîtê rijandina xwîna kafiran helal
e. û ewê xwîn kafiran! Dirijîne
cunetî ye.”
Ez dikarim li vir
tenê tiştekî bibêjim: Ev mirov bi kînek nedîd tiştan dibêje, wan tiştên,
ku ew baş
li ser wan nizane.
Ne tenê wilo..
Wek ez dibînim
wî navê pirtûka
Samoêl Hatington
bihîstiye, lê bi xwe ew pirtûk
ne xwendiye, ji vir û wir hinek
pevek dizîne, ku pê gotara
xwe dagire û quncikê xwe di Dema Nû da li ser hesabê netewek ji Milyarek mirov
dagire. Ew dibêje:
“Belê, ew şer e. Şerê
navbera medenîyetan e. Ne şerê
xiristîyanan, musevî û musilmanan e. Ew
şerê modernîtê û yê dînê here
dawîn; yê îslamiyetê ye.”
Evana peyvin navdarin ji peyvên S. Hatington. M. Kara
ji xwe re revandine û kirine yên xwe. Mixabin! Dizîtî û malrevandin di nav hinek Kurdên “Roşenbîr!!”
da bûne karekî rojan e. Eger
em jî bawer
bikin, wê “Medenîyet” zora “Îslamê” bibe û hemî musilmanan bike Ciho an file an
ataîst!!
Bo van şêweyên ravekirinên ne zanist,
va nezaniya nûjen, ku bi navê şaristaniyê
belav dibe, tenê yek armanc
heye: “Xelkîno binêrin! Ez jî
neyarê ola xwe me, ka xilatên xwe
bidin min, da ez di cîhanê da wek niviskarekî payebilind namdar bibim….”
Ji vê armancê pê
ve, tenê dagirtina quncikê rojnameyê armanca duwemîn e, çawa dibe bila
be, çi ziyan
digihe Dema Nû û kesên li paş wê ne xem
e. Mixabin! Hinek niviskarên me ji
generalên Tirkan bêtir dij bi ola piraniya gelê Kurd
in. Eve jî me nagihîne çi waran.