|
Hêrişên hovane li Hewlêrê
hêzê didin netewa Kurd
Cankurd
Ez dixwazim
bi kurtî li ser herdu hêrişên hovane, ku îsal
li başûrê Kurdistanê di roja
pêşîn a cejna Qurbanê da çêbûne,
gotina xwe bibêjim.
Netewa kurd pir ji zû ve
dest bi têkoşîna xwe ya çekdarî
kiriye, ji bo bi destxistina mafên xwe di
azadî û jiyanek bi rûmet da, lê
bi carekê tevgera kurdî ya netewî
baweriya xwe bi karê têrorîstî ne aniye, kesên
bê lay di herêmên cengê da
an li derveyî wan herêman ne kuştiye
û ne tirsandiye. Kurd di teviya dûroka xwe ya
şervanî da enîhilmiştî, serbilind û mirovhez hatine nasîn. Divê ev rewşt
ta bi ebed jî neyê guhartin.
Ji qehremanî û mêraniyê ye, ku mirov jîna kesên
ne şervan biparize, ev
rewştek mirovî ya hêja ye. Lê
ewên din çi dikin?!
Di sala 1973ê da Ereban
hêriş birin ser Israîlê, di roja
cejna Xufranê da, di wê
rojê da, ku Ciho tev
bi şadmanî, nimêj û dirazê (duayê) da bûn. Ev
hêrişa jî wek karekî baş
û qenc ji aliyê gelek kesan
da, ku xwe
musilman an pêşveû dibînin, wek qehremaniyekê hate nirxandin. Îcar jî
di roja cejna Qurbanê da, di roja 01.02.2004
da, hêriş li ser gelê Kurd
kirin. Ma eve di kijan olê
da tê pejirandin?
Berî niha bi sedan sal Ereban
Andalusiya ji dest dan û li
wir bi sedan sal Îslam nema û ne dûr e ku li Kurdistanê jî Îslam rojekê winda bibe,
gava bedkarên Ereb her bi vê
mejiyê genî li hember netewa Kurd hovîtiya
xwe bigudînin.
Bo çi ev hovîtî
hate kirin? Û divê em çi bikin?
Bêguman serketina
birayên me li jêriya Kurdistanê yek ji wan egeran
e, ku hêrişên ramyarî û têrorî yên tund li
ser wan mezin in. Lew re divê
em wan serketinan biparizin, hêgin bikin, pêş ve bibin û em
hajê hebin, ku di wir
da em gavekê
bi paş ve ne avêjin.
Ev çawa dibe? Tenê bi du tiştan:
-
Bi yekbûna
hêzên netewa Kurd di teviya Kurdistanê da.
-
Bi bêtir azadî û bi bêtir demokratî û bi paristina mafên mirov di Kurdistanê da.
Yekbûna netewa kurd bi yekbûna herdu fermandariyên
başûrê Kurdistanê ra gavek mezin davêje,
wek çawa pareleman dîsa hatiye ser hev.
Bi yekbûna hêzên leşkerî di bin yek serdariyekê da pêktê, bi avakirina encumenek netewî ya kurdistanî çêdibe,
bi yekbûna rêkxirawên demokratîk ên kurdistanî
tê avakirin…. Xem nake, ku
yekîtiya lawanên sosyalîst ji ya
lawanên demokratîk an îslamî cihê be,
lê pêwîste bo wan hemî
yekîtiyan platformek netewî hebe. Xem
nake, ku sê partiyên ramancihê
li rojavayê Kurdistanê hebin, lê ne duwanzdeh
partiyên, ku dêmên wan ji
her aliyekî ve wek hev
in. Ev rewşa parçebûnê divê ji ortê rabe.
Ji aliyê dî ve, neyarên
netewa kurd ji azadiya, ku
îro li başûrê Kurdistanê ye, ji dil da ditirsin.
Me divê tirsa wan mezintir bikin,
wan bi bêtir demokratiyê, bi bêtir paristina mafên mirov, bi bêtir vekirina sîngê xwe ji rexneyê
re, wan bêhêz
û bêxew bihêlin.
Tirsa wan ji yekbûna me ye
û tirsa wan ji azadiya me ye,
lew re divê
em yekbûn û azadiya xwe baştir,
xortir û hêjatir bikin.
Bi ya min be
em wilo , tenê wilo
dikarin bersiva têrorê û wan hovên,
ku li paş têrorîstan, bi asanî bidin.